Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Li benda berbangê, roniya sozê û nerîna peymanê, hevalê... hevalê... kengî ew dara, em civandin, wê qîr ke stranê? bayê hênik, çarîka bûkaniyê ji ser riwê te rakê? û heyva çarde şevî hêlîna me li sîwana xwe avakê? hevalê... hevalê... kengî li fala fincanê zar û zêç bêne dîtin..? û şevîna laleşê perestina {feqîr û evdalê} bihêre evîn û kela germ li dilê buhiştê...!! çem û çem firişt rê bidin me... û sawîrê hezkirinê li ser gulên evîndar, li buhara em lê bûn dost û yar, asîmanekî vegirê; hevalê... hevalê... kengî? kew wê hev nekin dehfê? bira ji bira kînê ne ke, û li hev bikin silavê... ji wan darên cuda şaxên {Siyamend û Xecê} bi bişkivin...? û tev li hev bibin li pizanê yek malzarokê..!! mêrg û çîmen li ser dengê me geş bibin, êdî nêçîrvan; nema ditirsînin, pezkovî û xezalê hevalê... hevalê...?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz