Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîwarê ava bû , li navbera herdu dilan… xaka fire , ji guhan deng girtiye… nerîn şikest , li saya dûrbînê… nabînim , ez û ew şev û roj , mane li ber kunca hevdîtina stewr…!! heye nexşek , heye rewşek , li aniya tavikê , dîrokê zîvirî û pelê gazinan pêça…!! Ji serê burcê Sawîrê demê firiya . Li deşta xewnê danî , Bi hêz Li ser basikên xwe : Ji bajarê muxribê Zîn li ber textê Memo danî… !! ew çavê kor li hêviya Yûsif vebû…!! tîbûna bendewariyê çû…!! Ji nişkave ; Siyamendê silîvî berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê…!! hey heye rewşeke wisa, wêne bi payîzê re zer bûye…!! gustîlk bi peymanê nû dibe xuya… destê xwe hilde xanim ; tu nikarî bikişînî çiya…!! barê giran nazikbûnê diguvêşe…!! ez bawerim cihokên dil vebûne… ; kî tî bû… ? kê firek vexwar…? Perwane kulîlkê dimije buhar nexşê perwanê dibêje…!! destê dewl dahişte bîrê ; çend caran ji xurista evîna te , di kişîne ji bîrê .. !! dewla me av girt , û hogiriya me li hewdê gulan dibe berbang..!! awir dibin yek , berê xwe didin hêviyê bi hev dighên armancê , sal dizîvire ; û buhar dibe nîşan…!! 13.03.2000

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz