Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Axê , xwîna sor heyvana buhayê te , viyana rêdûrê te ye … !! di kele û germa evînê di guhêze xwîna xwe ; di kele û li ser lêvên derdên te di rêse ..!! dilek buhar e , û buhar tevna civanê cegerxwînê te dihûne…!! bi şehê dar, serê peyxamê bi nazenîn; ji a-b yê de di bêje: nanê bi tisî li gel te , wek cewahir xweşiyê bi didan di cû ..!! li ser milê te , palgeha hevrîşmê stranên qeralan , xewna paşan û wezîran bi hestin tenik evîna te , li ber bîna xwe di dêre …!! Kewa hev cot, li hêlîna xwe di talda hêviyan de xwedî dike .. li burca belek wek alekê dibîne.. di çaxê xwe de , di cihê xwe de , û di axa xwe de du gul in , geş in rengê hev didin… qûç in , alal in di sînga xuristê de , pirsa şayik , hêsrên germ li ser dêmên jînê ..; roj û meh ji hev didin .. peyapey bi zimanê kurmancî pirs û bersiv didin…!! 10/11/2000

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz