Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Gava dengê te di zindana hiş de hawar dike. çîveçîva çêlîkên hembêzê di hêlîna hezkirinê de tomar dibe. Berberojka kenê çav bi nerîna te digere. Dibêje: Va me, ez Xem im ew Xemê li ber pala tava heyva dil im, geh bezok im û geh mest û veketî me! Bi sed xweziyên penî destê me di hev de çîrokên karwanê bîranînan dibêjin. Lûbelûba agirê dozkirinê, dil livok in, fermanê didin, çav li nêçîrê digerin. ji hevdîtinê bi salên temen gişî jî têr nabin. Bi şîrdana hestan pêşinde evîna me li ser kulîlkên buharê jeniya. Banga dilê me topa sibehê ye, çîvanokên mêrgehên dilsoziyê li serdema bengîniya guhdana me bûn! Di civînên rewrewk de pirsên nerînên me hevbeş in. Dûvê bersivdanê li qîrîna hinavan li ba dibin. Dema destên te li ser me gulavan dibarînin dema "tiberka" bihina te me ji gunehên me paqij û zelal dike. Êdî şitlên dildariyê di lêvên pirtûka demê de jîn dibin! şemala peyvan ji nav loda buhara dilên me ronî dide. û hechecîka kenok hêlîna xwe bi tayên bişirîna evîna me dirêse! 03.11.2006 ji dîwana Pêlên Ahîna Matmayî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz