Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
(Diyarî Seydayê nemir Tîrêj) Dîlok û heyrana Xecê, Li Sîpanê Xelatê.. Berfxurka li Kohê Metîn, Xuşxuşa bengîn, Ji pêlên Zab û Feratê... Dengê te Ji ewrên serbest tê, Dengê te..dengê te.. Awirên peyivok, Li asîmanê azadiyê, Ji nerîna bîstanê ciwaniyê, Dengê te... Bilûra hêviya şivanî, Li welatê Bavê Fexrî, Li welatê Edûlê û Derwêşê Evdî.. Dengê te, Bilûra kalemêrekî Ro li berava ye..!! Tîrêjên biyan, Ji hinavê birînê dike der..!! Dengê te.. Mûma rojbûna te bû, Sosina buhara xewna te bû.. Wa tê, Birûskê vedide.. Dengê şîrê şahiya bêrîvanê, Dengê te...dengê te... Awazên şehê dar Li porê zerî û xatûnê... Govenda tiliyan, Li ser sînga evînê.. Li gerdena kehrebanî, Beybûn û reyhan Bi şayikbûna cam û mermer Dengê te..dengê te... Sirûdên perestinê li laleşê, Vêxistina zerdeştî kal bûn.. Dengê te dibe Pelên zendavista Bawerî û roniya Hurmiz Dengê te... dengê te... Her dimîne dengê te... 22.01.2001

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz