Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
(1) Janekê din nede canê bê can, min xwîn firot da dêmên te geşbikim.. ko gul ji wana vebû, stiriyên nazikbûna xwe bike pêwan.. (2) Gava min dasîtana ( mem û zîn )ê, di çavên te de xwend..! min bibûrîn ji tevaya pesnê din, ji ber ko hêsrên xama min ziwabûn..! (3) Agir, ba û rok dikarin her tiştî bikujin, pêve axê..! çendan stem û xweşî û lavelav dikarin her tiştî di min de bikujin, pêve evîna te..! (4) Em, bihna ji hev didizin..! lewra, pişikên me nîkotînê dinoşin..! (5) Poz, bihna agirê te dikşîne..! ziman, jixweber sirûda şoreşê dixwîne..! (6) Min, keysa xwe bi keysikekê da..! di guherînê de, herdiwa ji hev hezkir. û wana ez firotim..! (7) Newêrekim, çima? gotin wa ye..! peyv şkestine, bi çavan ez dibêjim..! dil girtiye, ax û oxê ji cergê dirêjim..! (8) Zagros, li pişta min e mesa min rewane..! evîna te, li dilê min e ji barê min ne girantire..! lê ez gelekî hûrim..! (9) Peyvê.. çemek ji min xwest, hevokê kaniyek, û helbestê golek..!! min her sê haşkirin, gava di raçêta wan de, min nexşê çavên te kêşa..! (10) Bêtir Ji xweziyan diramînim.. lewra, binefşan li ser pêlên rewrewkê diçînim, û ayeta evînê li ber dergehê dojê dixwînim. (11) Pirr bend û badokan, kaxetên min ji hev dane alî. herwekî ji zikê gelek pirsan ez dertêm. û li biyabanê hemû bersivan winda dimînim. (12) Tev ko ez straneke gelêrî me. her sibeh payebûna pêximberekî, ji dilê te direvînim. (13) Xewnên minî bê stûn, baskên xwe li ser sînorên asê vedigrin. ew jî wek min, ji şiyarbûnê direvin. û dil bi buhişteke keçînî haş dikin. (14) Roka min, Ji zimanê te hilat. stêrka te, bi dengê dahola min geşbû.. dîrokê rehên me li hev gerandin.. û evîna me ji xweziyên "Beko" bişkivî. (15) Tirşokê "Besmela" ken vejand. gavên payîzî li ber bûn rêkên zivistanî. (16) Di hindirê birçîbûnê de tirş û tal bi hev dikenin.. şêranî digrî û şor dibawişke. (17) Bi pêyin çiyayî, birçîbûna te pîva.!! bi nerîneke ne şikestî, rêka te dirût.!! Xwêdanê, şal û şap bi laş ve şîrêzkir.!! milyonek sêvên buhiştê, kolosê cîgir ne hejand.!! (18) Xetên cotê min kinin, kêstek hûrin, sê parê zemîna min ne-ajotî dimîne.!! û ez bi hêsanî nikarim bikirim, " Tiraktor ". (19) şeva me hev dît, ne tarî bû. ji bahoza henasan çivîk firiyan..!! hestan, li damaran cotkirin. bi yekbûna awiran xemên me destên hev girtin, û dîlan kirin. 22-9-1993 (20) Roka bakur birûskek şand, dibêje: mignatîka min nemaye!! helbestê bi vîna xwe girê peyvan veda, û berberojk azad kir.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz