Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Li bin çengên tariyê pista dilê te tê dilê min. Berbang tê, dibe ko kilîta sibeha xêrê be. Bila şev ji pencên kund û goyîn rizgar bibe. Berxikê hezkirinê li panava sîngê dest bi çêra evînê bike. Pista te berbejna pênûsê dinivîsîne. Hêminî pê re li canê helbestê dilûse. Nama dil ji dil re rave bû, bazinê peymanê li destdana rastiya me diçirisîne! Erê bihokê bi kela dil û can em şivaniya ciwaniyê dikin. Girê geşbîniyê bi tîrên awirên xwe dikolin. çendîn cihokên hêsiran ji xemgîniya çavan herikîne? çendîn kêlîkên xweşiya me pakrewan bûne? Ma nayê bîra te pistên dilan li hev digeriyan, û pêxwas didan ser pişta hev bi stêr û heyva helbestê re dikeniyan? Erê canê dîsa pingên roniyê navûnîşana jiyana me ne. Ken û pêknokên xemgîniyê kî dizane çi şoreş li dûv wan e? Tevlihevbûna zimanan bi xwe raperîn e. Dem dijwar e, lê evîn vêxistina tariyê ye. Ewran ji ber roniya hiltîne. 01.10.2006

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz