Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
zû were, jîna min, avaniya li ser hêviyê avayî me..! were pişkojeke nazik li serê şaxê jiyê veke..! were bê giranî, li ser kolînê ezê te hildim... Eyazê min hetavê li Sereba can ji xemla xwe bide...!! mistek ji rewanê min tu dayî; ji kezebê bersivê bistîne...!! were li benda te, koç û karwanê xweziyan rawestiyan...!! Hinek ji aramê, hinek ji bilindiya damê; bûne peyv, ji sebr û samanê weşiyan...!! Were Mesîh û Mûsa hatin, çiya xûzbûn, sîngên me ji bo te li hev hatin...!! Bendewariya Mihdiyê zeman di evînê de bûye tov... ser çavê min xatirê şahiyê gulên kesk û sor di buhara pêjna te de, xemilandin!! were kedera min, Hinetîtka dilê tehtika min.. li zinarê civînê kewo bixwîne, çepikên me ji te re sorgul û sosin vejandin...!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz