Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Gava heyvê xwe sipart lehengiya te … peyvên te, bi kenê şevê re vêketin… gotin : hey ahora mezda, yezdanê hêzê bi çînî tu tovê, şîn tê bi destê te şîn tê … û niha tu dê yî , tu bavî hey sermeyandarê mezin … cîhan li ber te bû ye pêtek , xurirst ava bû ye , qonax bi qonax xwe sipartiye ser kopalê te … hey jîn , hey hîn , û hey evîn… germ û serme darê xwe li ber te şikandin ..!! tirsa qels , newêrekiya gavan nikarin berê xwe bidin çiyayê te ; hey çiya , hey hêz , hey birûska peyvê , nav û nîşanê te li meydanê kêferatê ne, destek bi gurz e , destek bi kuling e , û her destarê dilan sawa te di hêre…!! çelengiya te , mêrxasî , hevrikê ba û bahozê li panava asîmên stûnek li dar e , rojhilat û rojava te dan ser her du qiloçên xwe … hey mêj û bûrî , hey niha , hey paşeroj , gulav ji banga te bariya û bela bû … !! hevîrê jînê di koda çavên te de tirş bû… li ser kela dilê te , bû nan … !! hey nan , hey agir , hey mêrkujê pezkovî ; ew pezkoviyê ronîkuj..!! awazê di jana birîndar de kelandî , û lehya bêriyên evîndar … hey çilka lezgîn , hey jînxwaz bi armanca serketinê berê te wa li hêkê ronî bû ; dara te ber girt, doza te zelal bû , te kember li pêkenînê pêça..!! ji denê jînê meya serbestiyê te fir kir ; bawerî , mujde , her bawerî . nama te ey mirov, nama pîroz diyariya rokê hinart…!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz