Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez hatim bi birîna xwe ya hûnik dinyayek û du welatên cuda bi mirinê ket; ew guvîna li pey xelkê. Ez hatim mîna kursiyeke takekesî, û pê re xwê reşand min ser neynûkên xwe: tarî û zilûmat, û şevereş bi baraneke diltezîn bû nalîna pisîkan, ji bo êvarê hêz û niyet: diyalektîk! Dayîkek: bi qasê ya herkesî; reşgirêdayî û li ber sekeratê! Di devê çemberê de! Dixişikî bajar ji bin baskê çivîkan. Min sar bû Diricifîm ji derve mîma çêm. Dil ket kêreka kevnik. Rabûm min derxist ji derve helbest biçekî li ser xwe gerand. Berev bakur ve pêncî sal berê sû ketibûn deşt û newal: malêêê kes nîne qey kes nîne kes Xwudê kir roj li cihê xwe ye hê jî. Li cihê xwe ne semptomên dînîtiyê. pêjn, şêwe, û hemû ew saw û sepet; destên zarokekî biçûk bin eger Ji bo bê belkî berêvarek bû hêvî ji bo me şekirê qulqulî, pimpimok, nanik.. teraf ma li şûna wan. Xalên bêserûşûn û lawija mirmirkî ya diya min. Çimkî teqwîm tunebû li mala me. Feqîrî hebû. Birayên min gurrî! Ez menenjît ,sorik! Zarokên rûpembîşok dileyîstin di nav pirtûkên me de! Û cinaze! Cihokên xwînê! Qirş û qal! Furze! Bi hezaran mirin! Dirêj kir nimêja pîrika min. Dua min ji Xwudê: ``Îşev radizêm ya Ellah Siba radibim înşaellah Eger hat û mirim eşhedû en la îlahe îllalah`` serkêşên dengzengil, miqamên giran.. çi qas îlac hebû di heqîba wan de. Dema pif dikirin Samsunê dûyê wê diçû heta erşê hefta. Wisa serbilind û dilpak. Destên wan ên mezin ji bo destê xwe bi serê me ve bînin. Ji çivîkan bêtir me ew didîtin li şikeftan! Hevalên jin; niha bêhna xwê tê ji gerdena wan a şil ji destmalkên sor Qelemên min ên deyn hebûn. Min dida ser sloganên jêçûyî Ez ê: qiyameta xwe! Nedihat bîra tu kesî Li wan cihê bersiv tunebûn ez dibûm pirs. Bêdengiyeke bêqisur bû şeqameke bihêwirze. Û feqîrî diherikî perên bajêr ligel sêvên rizî. Berê wan li çiyê bû qehweyên feqîr. Û bêhna titûnê dihat ji riha min a hêj derneketî! Xwudê xira bike! Vaye cendekek dî jî, Li meydanê. Çimkî birîndar kirin av, berê xwe da baxçê xwe û şewitî ejderha. Lê belê pirsek mabû: Bi kû re derdikeve rê piştî çiyayeke bêhnteng? Mîna mareke fosforkî dikişkişî trên diçûm nêçîra stêrkan piştî terewîhan. Çi qas xewgerok hebin di xew de digerin. Çi qas xewgerok hebin li ser xwe digerin. Li ber dergehê ezmên heyv, bûk û zavayên nûzewicî li ser bên, berê qozka xwe didim daran. Tê bîra min ziravê min diqeta dema dora şivaniya min dihat. Min jî distirand bi dengê xwe yê zarok êşên mezinan Hinekirî bû pora dayika min. Zanim dayê esmer î tu, diranên te yên zêr hebûn. Niha nemane. Te rêya xwe şaş kir û tu bûyî du şeq dema ez anîm dinyayê. Mîna cewrikekî mezin bûm, tirsiyam ji kûçikan tisîna maran ku min ji çîtan çêkiribû ji xwe re di devê min de. Berev payîza xwe ve diherike aveke çirav. Dengek û tehnek. Li ba dibe dengvedana tenêtiyeke kevn. Sermiyanên cîranan dibihurin di ber deriyê me re Nehewce ye bejim yadê, mirin ji me ne dûr bû. Li malê albûmek nebû bi kêfxweşî em lê binêrin li ciheke ji vir dûr; ku te jî nedizanî li kû roj mîna şîna ezmên sayî bû. Têrbûn hebû li wir. Hebûn hebû! Min go bi dilêrî xirecir, tevz û tinaz û bêbextî. Çû bihurî leylanek bû bi eks û inyad bi ser min de dihat xwar şaş mam, eniya min fireh bû. Ez dîn bûm Zarokek nehs û nesekinî min da ber singa te Paşê heyv derket. Min dît. Bi gavên xemgîn û mexrûr tu ketî ser rê Di zikê te de xuşk û birayên min. Ji bo şoreşên feqîr jiyaneke nû bîne yadê; zanim ji te tê De ka zû bike yadê ba û bahoz diricife ji derve min bişîrve bike. Min bişû. Min bi xew ve bibe Ceyranê bitefîne, pisînga feqîr bila nexape bi siya xwe Xweyîmirê çima heyf û mixabin ji bo çi rijiya ser wan eynikên ku dixukin destên min. Ji ber ku ez ne xelet bim bi min ez karim bêjim ku ez kuştim nizanim bi çend puntoyan. efendiyên ku nizanim mehê çend hezar dolar meaş distînin û hemû ew hevkarên wan.. bê ka çawa çêbûye dîsa jî neheq in bi qasê xwudê. Ji bo nimûne em bêjin ku meselen çivîkek te dî carina em bêjin salê carekî çawa û di kîjan şert û mercan de bêje jî strana xwe he- ta daristan jî belê dengê xwe dibirre portreyek suje fon an bi nezaketa tremolo çawa çêbûye nizanim lê ka ji xwe re li vê ecêbê binêrin gotareka xwînî ya qenciyê ye bi xof û tirs Pênûsa min a pêxwas perçiqand dilê peyvan. Bi nivîsên xwe bûm nola çîrokan. Ne rastî me êdî ne jî zindî. Bi herfên xwe hêrand min ew dema turinc. Êvar mîna dayîkên feqîr dilwas û dilgiran bû li benda min bûn hostêsên dullarî, hemşîreyên zayînê paşê evîn hebû, belkî we bihîstibe ji derinan. Wekê malê diziyê min veşart ji xelkê li wir. Min da xwe û xwe kar kir, ça ma li wir. Ez rabûm çûm sêşemê, ne eyb û ne fihêt. Destên wê hebûn ne yek û ne dido. Dayîkek kurek û çend mirovên ji devera behra reş. Qehwexane sînema werhasil, min dar dan ber maçan di dohên jibermayî de. Siya pozbilind ya xwudayê xurifî: çû borî ji caman ew xewna hezar salî. Sihûda kurmikan bû zêdetir dibû hingî dimir. Zarokekî pirsî: mamê min kîjan e ji wan? Min jî lêda ketim nav jînê wisa xeydok û wisa bêhnteng Mêrên desthişkole dema çirrandin zikê axê; jin e ya ku avê maç dike û dimeyîne. Lehîyek e ya ku bi ser me de tê; we qet nedîtiye qey? Teybeke manuel bû şev baveke ji derpê. Artêşeke şikestîbû bavê min. Çîrokbêjek bû ku bi şev dihat ji wan cihên kesî nediwêrî nava rojê heriyê suretê avê bû bavê min. hêdî hêdî û bi hêminî dihate xwar ji devderiyan. Tenûr, Têcirên pêz.. û li sûka titunfiroşan xirecir. Bavê min çavên wî diçû ser şikestekan. Dihat diket nav behra xeman Bavê min mêtingehek bû, heta êvarê bêdengî dibir ji bo mengeneyan. Bêdest bû. Teniya feqîriyê bû bavê min. Şivan bû. Digirî û hey digirî mîna tizbiyan. Carina min digo qey çivîkek e daniye ser rê serê wî. Kedkar û û ji şij û kevirên çêm paqijtir. Heyber li ser kevalan bimîne bila. Îdolên mar û xezalan. Û ya ku xwe li pûrtên felekê dipêçe Navûnîşan: îsa, babîl û Silêman. Belkî Xwudê bi xwe bû bavê min; min ji xwe re ji miriyekî çêkiribû Û mîna şaxên kezaxtî bêsebr xwe ji ser çîtan re diqevêze xortaniya min. Û li bajarên dûr, vagonên xurde, birçîtî xwekuştinên bi hênceta evînê. Mîna ewrên stewr bi gurmînî pîr û kal dibe bavê min. zêdetir dişibe axê destê wî hingî diçe. Bi dengê hemsalên min ên mirî dikene û mîna şaxên kezaxtî ser guhê xwe re davêje helbestên min tê de jê re behsa xwe kirî; ev qerta min e! ez ê li vir bim, li erafê hingî dema agirê kesk bikoje jiyan û mirin bavê min ê her bavê min be Bi mitrîbûneke sifir gelek bajar li dû xwe hêliştin min li ber min spermên xwînî yên dînîtiyê. Hej stûyê min kir ji lew pê re dilê te ji xwe hêlişt. Wa duwaroj min seh dikî; heyfa koregirêk, çîroka biçekî zû biçekî dereng!Min rahişt çakêtê xwe û lêda derketim ji hemû dilên ez lê, kenê xwe bi min kirin, na ne rast e, naa ez naqehirim û li ber jî nakevim, min bawerî bi duwarojê nîne zencî me ez: dengê min bed e, bejna min kinik roj dema mîna cîranên cirnexweş bar dike diçe, bi devê kotî miskînekê heram ez ê maç bikim herkesî Nav goştê min de hêliştin jinan diranên xwe. Calîbanek bûm dehbe û dirrinde. Quwîna duwarojê. Ew qasî xemgîn bûm ku dihatin bi ser min ve dibûn hemû ew qazaxên kevnik, qehbikên frîgîde û destên reşgirêdayî. Kêfa min ji wan re hat heta çend mehan mîna yê rêwingekî qutifok bû çavê wan. Pîyesek tewş û rastgo di gola xwe de şil. Bêjin bila jê re bêjin avzeneke xemrî ji bo wan cihnivînan. Mîna poreke levdayî betilandin min ew û pirsî ji wan: qenebe bi qasê rûnivînekî hûn nikarin xwe li min ragirin gelo? ji nişkê ve diçirriya zikê wan, diketim hindur. Mirin û pê re jî bahoreka havînî. tolazê dilzîz. Min go we hej min bikin. Ji xwe divê mirov hej kabûsa xwe bike Min lotus nexwar tu cara. Û ji bîr nekir welatê xwe heta car hat ji min re digotin xayîn jî zanim. Xemgîn im bi qasê cendekekî li nav du parzemînan de dirêjbûyî li pêşiya muxalîfên bi hemdê xwe. Begzadeyên esilzade, min go, gûyê hiznê dibare ser şevê de. Ji xwe ji hemûyan bêtir min bêriya şînê kiribû. Belê xwe kerr kirin qelemên sefîl. Dan rê û çûn çi qas qeşmer hebin sernerm û sivik. Li wan malan belê li kîjan malan razberkirinek bû belê jiyan heta belkî lûksek ax siyaseta kurd bira ye bi mirinê re Bi hespên textik min li pey xwe hêlişt çol û devî. Û bi qasê sivoriyekî bizdaham ji bajêr. Lê min karî vekim deriyê vê gumana qerrase. Stranên nûjen min strandin li wir. Qederekî dilop kir, bi dilxweşî; min seyand xaniyê xilwetê. Min da rê û gurand çermê xwe di rê de. Min da rê di rê de mîna zilamekî xirûxalî. Ez Selîm Temo; Yanî hîç kesek. Bi kîn û rikeke safî dinêrîm li Dinyayê. Mîna şimikên kevn şerm dikim ji dengê xwe. ji Tirkî ji bo Kurdî (Kurmancî): Pezkûviyê Cudî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz