Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
birîneka bêgewde me, bê xwîn û ‘edab radibim dest bi roja herî kevn dikim êdî têdigihêm ka min tu çawa hebandî roj çawa dest pê dikin, heyv çawa dixeyîde xemla şînê li hemû wargehên di dilê min da li bendê ye tenêtî bi destê saman û xemrê nabêjî neçe, teht digindirin newalan çûkên li asmên tînî li ber dilê xwe dimelisînî bêhna kevzê tînî ji deryayên dûr î xewar gul, şînordekên çavên te ne, bêxew in kêla evîna me disincire li goristana şevê Ameda ku radibe ji wir, dibêje ez şahid im çi hebin li jêr û li jor, pirsa dengê te dikin nabêjî neçe, yek xwe ji bîr dike li binê bîrê kuştî me bi destê tenêtiya xwe gava şev hînî meşê dibe li bajaran ez ji demê dixuliqim, bo te rastiyê bêjim dijminên min mirin, dostên min şîna wan kirin ciyê min nema di nav laşê min da ku hatibû hezkirin bi porê te yê şimayî tu nabêjî neçe, ayîneyek dişikê li ber pacê naxwe em hatine dawiyê, ka xencerê bîne destpêk delal bû wek hemû destpêkan êdî olanek diqîre li şûna baskên te kulîlk xeriqî, kes nema şevê vemirîne çav li binê kortalê ye çi cara bîrhatinek tê dem diguvguve li ber guhê deştên vala trêneka bêxew navê min hildide lê nabêjî neçe --xanima çelloyê, tu kerem ke! *Çavkanî: Selîm Temo, Pûnga li Bajêr, Amed, Weşanên Dara, 2021, r. 37-40. **Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz