Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
agir diçe ji hingivê şevê sitar e di nivişta şêxekî kotî da ez kirim pûnga li bajêr li ber kelebestên sedsalê Gulan rojek e li baxçeyê min tazî ye mîna siya Payîzê gava diçûrise mij li dor dengê wê şareza me wek kundê bestê her xwîna xwe dimijim va diçim şerabeka dî dixwazim ji kîsê meytekî serşor rawestî li ber deriyê hebûnê diçe li nav konê şînê kon vedide wa xwediyê gemar û kevzê li min negre ne ez bûm ê li çola demê Penelopeyê heft mêr kirin heya vegeriyam malê keştiya min ji bayê bû etlasa min bi xeyalan nepixî toqek ji le’neta pelgan her ji xwe ra dimam piştî her mazatê ti kes li çavên min nanêre li pêçiyên min napirse diheje heyvek li nîvê çalê ti kesî ez aş nekirim gava dişewitîm di landika şînê da li derve li derve li derve me *Pûnga Li Bajêr, 2021, Weşanên Darayê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz