vejiyam û hatim Cizîrê, Zîn û Mem di gorrekê de
Cûdî serî tewandî, keştiya Nuhî l'ser poxana genî
cotek hespên mirî li bin, naxwe em ji nîjada kê ne
vîn e hestiyên Zînê, di paxila Memî de hêj germ in
girav maye li nîvê bejiyê, ka ye xasbaxçeyê mîran
sera di destê Romiyan de û belav e textê kişikê
kevn bû çîroka me, qesra li ser û binê avê rijiya
ez hespê bengî bûm, lê min zimanê xwe ji bîr kir
hezar sal derbas bûn, dengê Dîcleyê şermoke ye
Mela çawa sema gerand û Xanî çawa keser kêşa
dixwazim himêz kim peyvên teze bûne bi mirinê
siwarî çû, evîn binaxkirî û kes silavê nade min
ev bûn ên ez derxistim bi tora mezintir ji deryayê
qey ne ez, hespekî dî jiyaye li vir, bajaro te xêr e
ango yan tu hêj şînê dikî, yan şîna te her nû dibe
*Bozê Rewan: Siwarê wî Memê Alan e.
**beng (giyayekî hişbir; jehrî).
***112 Hesp û Xezelek, Weşanên Darayê, r: 90
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selîm Temo şiirlerine dön