Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
ji bo mizgîn û frok ax! Tamara (seristeyên helbesteka nîvcomayî) Jiyan û mirin du dijmin in niha du mirovên berguman her gav yek î ji wan her gav herdu bi hev re ı. Rêya kadizê xwe bi erdê re dirêj kiriye paleyî xilas bûye dexlûdana salekî ketiye ser hev hew xemgîniya şaireki maye nehatiye dirûtin simbilê genim serridiye, tê heta newqê! bi zendê min ê zirav re diçe ax, Tamara! bi salên çûyî re diçe gelo bêgunehiya me jî? rêya kadizê ripûrût e, şevek mişt stêrk xuşînî ji nav pelçimên dara tûyê tê, tu min seh dikî? Iı. Giran bûne, ji hêl ketine çiqilên darên fêkiyan ne dereng, îro an siba wê her ber bidin niha bi pelçimên xwe yên ripîreş diçin ser şevê şîna sedsalî ya deriyê min xunava çirrekî ya kulîlkên min - ku bêtir berbangê terr in her yek jê mizgîniya gavişkî ne ji bo hêviyên bêpayan Tiriyê Torê ku di devê min de dihele debra ku bi lodên xwe yên zerirî li hêviya bê ye çiyayên ku agir bi pora wan ketiye hilma ziwa ya ku serê xwe dixwe hemû ji bo ji nû ve vejîna vê hêviyê ne Tamara! ji lew laşê min esmer e ev qas û ji lew dikevim ser rê û diçim berev wan cihên ku navê wan li tê vegerandin.. Iıı. Pereng ji tenûrê xilas nabe hevîr bi tenûrê ve maye, ev bêhna wê ye çemê Batmanê, piyên pirra Malabadê maç dike û zane çi qas girtî ye ev çend sal in kesî nedîtiye di sereba xwe de bi vî miqamî ev qasî dilsar û bêhemdî xulxulî ... pêjnin kêm dibin ji şevê fayeke mişt keser hatiye kuştin dibêjin çar mî birîndar bûne ji requiemê re teslîm bûye, li ser xwe yên mayî jî tarî hatiye bi hawara.. belê gurriya êgir dû jî rohnî dike di nav mejiyeke piçûparî bûyî de postaleka reş a pozikreş binêr her tişt ev qasî eşkere ye, Tamara.. ıv. Navê min, mîna paşnavê min jî hatibe gotin dirêj bû min gelek lêdan xwar, gelek ji darê ketim li qoqê serê min çar derbên şikestinê, birînên sivik nabêjim ji xwe min şalek hebû pîne bi pîneyê ve dikir diya min û li min dikir lê dîsa jî star nedibû piyê min ê xwas rojeke ji rojên havînê pêlaveke sor kirîn ji min re ji Çermûgê min nekir lingê xwe de, de kevn nebe paşê ji lingê min re teng bû.. Di xewna xwe de min bi hezaran xar didîtin dema ji xew radibûm yek jê nedima bi pirranî dema xarên min ji min diçûn, min didîtin ew xewn çi qas diçû delina min mezintir dibû, xewnên min kêm.. Siharekî em li dinyayeke întîzam hişyar bûn! siharekî bi qasê nivîsa mamoste, xerîb.. diya min a ku dema paydosê bi herfên xwe digirî kîjan ez bûm.. ez kîjan ji wan bûm.. bi min wer tê tişteke mîna xwendina pirtûkên Kafka bû tişteke mîna ripîreşbûnê bû belkî belkî şert û mercên wê pirsa navê te çi ye? v. Binêr! Ev siwarê he Mihliso ye siba wê bibe îtîrafçî! Nûro cerdevanekî din jî dikuje ev yê çilê ye! şîfa destê wî derman e ji bela lerzetayê re.. Edîp kuştin. edîp kuştin.. hawar e gundîno! Edîp kuştin… cendirme. îdareya eskerî.. herekat… îctîma. êş û azar.. terorîst… lerzeta. jana zirav.. kolera… mirin. şîn.. teezî… vı. Dilê min ê çar parçe bi paletan didin ser, diperçiqînin her roj mijangên min ji xwe re dikin rê, lêdidin diçin cendekên serjêkirî yên birayên min kela giriyê min ê feqîr radike lê ji xwe re dikim eks, xwe digirim ji bo negirîm ji xwe heta mirinê bigirîm jî, êşa min sivik nabe! Kezeba hineka dike derkeve ji qehra tamara! agir bera canê xwe didin hinek, ji bo dilê xwe ji êşê bişûn bes e bes eee bes e êdî bes eeeeeeeeeeeeeeee… Vıı. çend kulÎlkên çilmisî çend perperîkên mirî çend dilên ne bi dil çend evînên jiberçûyî çend heyecanên muhtemel çend lerizînên kêm çend bedenên ji germa himbêzê dûr kevir -ek dileqe ji cihê xwe zilamek bi kotek û sed bela maçekî diginîne dergistiya xwe sazek dişike ciwanek ji kej û xiramekî giraniya xwe li ba dike pirrek diteqe ji awirên tûj destê min dişewite di nav kaxizê de seraqet meha tebaxê dibare ser destê min bêtir Buhara bi girî ve dibe gewriya min li milê rojava yê çiyayeke agirîn vııı. hêvî demê dirêj dike Tamara! belkî erdhejek, belê erdhêjek belkî rake kela vê deryaya feqîr guleya pêşîn. pêsîrgirtina pêşîn.. firûya pêşîn… ji derve ba û bahoz e; temamê pencereyan vekin! û bi ser deriyeke xemgîn de tê girtin derî jinên bi qasê xwudê mexrûr sekinîne li bendê li gundan, li bajaran diêşe tenêtî mirina xelkê ye: yekane felaketa rastîn! xelk bi fikareke zerhimî derdikevin kolanan: Zêmar ji deng ketiye. zêmar ji deng ketiye.. dengê zêmarê ketiye… ax, heval! Tu roman nikare li xwe bigire na hilnayê tu sedsalekî bêrî û hesreta me bi sloganên xwe yên şikestî bajarek dibihure her roj ji eniya min di nûçeyên êvarê de serê çend kuştinan carekî behsa vî welatî dikin Ix. Sar e yadê qurban.. sar e di dilê xwe de hêvî mezinkirin sar e di mejiyên kerr û lal de hêvî xweyîkirin na ne ew e ku mirov barê xwe datîne belê pîroz e kêmtirîn bi qasê wê xwîna ji te çûyî û ji heval û hogiran dûr, hema welê, bi tena serê xwe, xwe kuştin ji ber terkeser bûn ji ber tiştekî, ji bo yên li pey xwe.. yanî yadê qurban her cihê ji çongên te kuştî.. û kuştin zêde dibe li emrê te bi dilgiranî nûçeyên êvarê temaşe dikî.. sar e buhar nayê sar e, xiyanet zêde dibe.. sar e, derew û neweyî.. û ez rêwiyeke kotîbûyî, ku kes min li mala xwe nahewîne di xewna xwe de evînekî dibînin, jê re dibêjim: Tamara! diçe û hey diçe dengê min di bêdengiyê de, di bêzariya xwekerrkirinê de paşê dibihîsim ku çend kesa bawerî bi siba aniye di xewnên xwe de hêviyan dibînin di pora wan de şopa dilovaniyeka germ a parçebûyî li ser lêvên wan kenê titûna qaçax û dema diçin destê yekî, hişk in, wisa jî ji dil Kizilirmak bi rengê xwe diherike Dîjle bi zimanê xwe dixulxule wekê tişteke ku ji nişka ve tê bîra mirov x. A a ax, tamara! te go çima destê te digirim çima vedigerim ser koka xwe tu, ya ku ji yekê zêde, û ji pirê pirrtir û bi çend wateyên peyvê, mê û ez divê agir berra canê xwe bidim Tamara xwezî min dîtî qene evînek bi xweşî xilas bûyî! Tê bîra te ew êvara me soneya heyveronê digot.. binê lingê min diêşe bi gurmînî gur dibe simbêlê min ji xezeba xwe ditirsim Tamara! li ser sêdara li ber devê lûleyekî wekê çûkekî serjêkirî diperpite dilê min nehêliştin hey nexwe min ê av dabûya, ez ê derketibûma ser hêj şîn niha lîstika şer dilîze zaroka di hundurê min de wekê carê her tim hoçik ne ew e û nahêlê beko bi wan re bilîze.. Feyzo kuştine Feyzoyê sist ku bi xwe re nedidît mezin bibe! bi du derban mirin berdane qemçika wî! Feyzo kuştin. feyzo kuştin.. feyzo kuştin… a a x heval Jiyan û mirin du dijmin in niha du mirovên berguman her gav yek im ji wan, tamara her gav herdu bi hev re, 94-95 ji Tirkî ji bo Kurdî (Kurmancî): Pezkûviyê Cudî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz