Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
Min jî cîhanek hebû li ba dibû li ser xewnan Ez jî malê gotinê me va xwe dibêje heya dawîyê Dibînim ku tevî çîyayên xwe em Rawilên çîrokan in; ne Nîlek, ne Feratek Em dikarin bipesinin ku ew xweşkirina mirinê ye Weke vî kevirî ye, weke pelstrîyên wê darê Girîn û slogan li benda me ne; rik û zêmar Ferşek ji rondikên bavo, gulek ji porê dayîkê Em in kulîlkên berfê, seqema havînên dirêj Dil de bîrhatinên şehîdan; hêrs û bişirîna wan Li behişta mirinê ku bilind e weke şînê Ku bilind e weke şînê dide hev kefa birînê Li heyvê binihêre, pev diçe bi ewran re Weke çirûska dawî di çavê Felatî de Ev rêça hane dişibe pişta Zerê ya Qelişî Ev kevirê hanê dest û ranên parçebûyî ne Welat, gula Rojhilat bûye poxana laşên me Çekên me diorin, distrên, dilorînin Di vê odeya teng û yekderî de Êdî ne şoreş e ev, dîn e Tevî xwedê, resûl, şêx û terkeselatên xwe Behişt li vir e, dojeh li vir e, nîne me e’rafek Gava derya genî dibe qey çem jî dimiçiqin Ku em mabin di roja elestê de Em ê her neçirvanê qusûrên hev bin Ev ku xwîn e, asê bûye li çiyayan Evîna bê hezkirî, vîna bê hilm û tîn Me jîn şîrove kir bi vî zimanê çarpîne Agahîya zindî ye diherike di mêjî de Me ne warek, ne aramîyek, ne dengek Devê mirinê heye; zimanê wê her digere Ji pelan didilope, ji zinaran dizê, ji peyvan diweribe gava dem ditengije masî bêriya avê dikin û weke lebata dergûşê digirî berşîrek êdî peyvek namîne tu ji jîyanê re bibêjî dibî çilkek di dîroka xwînê de wextê mirinê hat ku gazî dike ji şevereşê Keştiya Bayê, Lîs, 2016, r., 56-57

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz