Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Temo

Selîm Temo

2 görüntülenme 0 beğeni
(ez û eynik kinye û ze, helbesta badbadokê, xwe ker `ke, kurteya rojekî) Deriyê Darîn Qirçênî Devê derî Spêle Mêvanek, cihê piyê xwe xweş dike Aşpêjxane Çay Aveke nû dizê Derengî Bêhntengî Bisekine; yabo qurban bisekine! Zarok meselen em bêjin stranên deryageriyê dibêjin ji bo dengê min daqurtînin min ewr elimandine şîna ezmên Çi ma me negotî? Rast e Temam! Perde. Berfanbar Rêbendan Reşemî; dibare ser pora min lingê min sincirîn ji mehan ne Pûşper be ne tişteke dî li ser serê min zozaneka hênik Waa ew jina ku ez elimandime ka gulek çawa diricife ji serma Zanim nasekinî tu jî yê herî Hingî dema erza zarokaniya min dişikandin li hewşeke bi mêw û dêlî Keştiyeke ku rêwiyên wê kotîbûyî ez ê rabim bikevim ser rê berev peravên navdewletî yên evînê! Ji axaftinê bêtir hej zimên dikim Hej jinan û xewê Ji qam de ketime Mîna peykerekî li piyê xwe digere Qene bi qasê dezgeheke seyar jî berê xwe bi min ve nekir tu kesî Ez bûm ew reşayiya li ber pencerê û ew sîlueta wan şevên bêheyv Ji zû de ye kelegirî me eger bigirîm di nav xwêdanê de wê hilçeniqin ji xew hevalên min li serê çiyê eger bikenim Hingî; Hizna rojane ya kolanan Destê min bernede min bipêçe min himbêz bike Di çÎrokan de ez mezin kirim ji ber wê mezin nebûm tu carî sihûda kurmikekî ye ev zêdetir dibe hingî dema tê kuştin min bipêçe, min himbêz bike Tariyê vegirt her tişteka li ser rûyê erdê dema kurtepist dikeve nav devê xelkê s tê ser hukm sya syê xwe ker ke û mîn bipêçe mîna dargerînkekî min himbêz bike Dûyê êşên beravan li te çûye ji ber wê ev qasî bi girî ve yî zanim tişta zanim: bêbextiya beybûnê û laneta wê ya ku diçe dikeve nav cot çaviyekî Di destê te de ``mutemmîm malumat``ek belê sê payîz bihurîne di ser re ji te we ye wisa erzan e qey her tişt?! Xezaleke qutifok î hê jî lê rûyê te jê nagire belê rûyê te jê nagire mîna wan rojên berê bêyî bêjî tu nayî em herin sînemayê? Binêr guhê xwe bide min ``tu nikarî ji heqê mirinê de bêyî na ew qasî ne bedew î`` belê bi dengeke surkirî, û bêyî dil bêjî here ji vir here ji xewa xwe nemîne ji wê xewa xwe ya keça memûran Destê xwe nediyê bihêle bila kew bigirin birîn mîna wî deriyê li pey te hatî girtin bes bi mirinê dikarim bikim berdêlî te bi nanekî bi gulekî bi serhişkî ji lew çavê xwe ji te vedişêrim li wechê min tiliya tembiya tarîxê Dîsa jî nikarim bi dilê xwe dibêjim tu neçî çênabe gelo ji xwe ji mehan gulan e hêj û ji hemû evînan mame Tu emr nikare xwe bigihîne rojê û sibehek ji xwe eger xama be li hêviyê ye bilewite destê xwe dibe dide ser dilê şevekî şêt û her rêwingiyek tiştek li pey xwe hêliştin e ma ne -Nexwekadirêêêj bike destê xwe ez ê bêm heta ku bigihêjim te Tu neçî çênabe gelo waa ew beybûna şîn ya li ser singa min bişikuvî neçilmisînî çênabe gelo pelçimên xwe tu jî herî ez ê birizim bimirim li vir her hêviyek wê bibe xwekuştinek ji bo min ``her xwekuştinek wê bibe rengeke nû!`` dilo rebenoo, rebeno diloo dilo rebenoo ? Çimkî her wextî sebebek heye ji bo jiyanê Di dilê xwe de dibêjim tu neçî çênabe qey şilûziwa min tenê tu heyî bi her rengekî sar e serma ye ji mehan gulan e hêj niha neçî çênabe qey Çimkî ji avê girantir e xwêdan û mêtingeha min î tu! Her yek ji me çû mala xwe; tu yê bêjî qey min pirtûkek xilas kir ji emrê xwe! Na, erdhêj filan tenê çend lerz û tevzînek ji nişka ve mirûzê xwe kir ezmên ez tenê li hêviya wê bûm belê şilî Min baz da, ez ketim pey xwe çi qas hezkirin hebin min xwe bêrrî kir ji hemûyan! di nav xwêdanê de ma ew bilêta di destê min de ji bo otobûseka nîvê şevê Belê ez li mala xwe ew li mala xwe; ji xwe tu carî em nebibûn yê hev! Na ne rast e me jî wisa dizanî tişteke seyr û ecêb di nav xwêdanê de dima destê min êdî piştî wê romanê Na nîne tiştek wiha ew qas jibermayiyên.. te hew nêrî daye der ji derekî û bi xwe re derketiye Belê ez li mala xwe ew li mala xwe; ji xwe em tune bûn eger em negihabûna hev! Min berê xwe dayê, bêhna efinkî û kincên şûştî hesteke felaket ya hêwî li hewayê ji zû de ye belê ji zû de ye destên min reşemeh! Qederekî li ber xwe ketim min kir ax û wax min ji xwe re go qey ez yê vê bûm bi derengî jî be min fêhm kir dema xilas dibe destpê dike ew serhawa mirinê Em ji hev bihurîn; Xelet e kî derkeve û bêje na ne we ye ji ber wê ye ji xwe ew teşqeleya gotinê hir re diçe û wêre tê û li hêmayekî rast dibe; Kêliya dî bêhna axê û gulhingivînê hat çi zû baranê danî ez ê derketibûma çûbûma parkê paşde nedabûna zarokaniya min hey demeke dirêj e destê min reşemî Nas- nameya min e dema eşqiya bi ser gundekî de digirin hema wisa ji ber xwe de hat bîra min mîna golekî zenzilîm di cihê xwe de Çû mala xwe her yek ji me; ji xwe ya rastî ez li mala xwe ew li mala xwe bû! ji Tirkî bo Kurmancî: Pezkûviyê Cûdî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Temo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz