selîm temo, va ye tu li Parîsê yî
li benda te bûn siya ewran û mefer
berfa salên çûyî, ilmê stêrkan, karesat
asîmanê xûzî ku dipele bi marmasîyan
te çi dît çi seh kir çi ji bîr kir
bi pêlên rûbarê re bişîne mîna nameyekî
kefa destên xwe bişo ji kevza xewnerojkan
û bimeşe ji deverek ber bi deverekî
gava artêşeke kumsor di rehên te de qeliya
selîm temo vaye tu li Parîsê yî
porê te germ dibe bi pêsîrên zeriyan
û dide pey cehniyên kûmêt mêrantiya te
ku bajar vezeliya ji başûr heta şevê
stêrk hêdî hêdî xwe berdidin odeyên teng û tarî
gulên xesirî rojê dibînin li şaneşînên nebûyî
va ye tu li Parîsê yî selîm temo
ku ev tişt jî navekî xwe hebe
dê bisoje ji rengê kêmasiyê
û mîna kevokan biperpite
ji qirêja rûyê zaroktiyekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selîm Temo şiirlerine dön