Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yeqîn H.

Yeqîn H.

2 görüntülenme 0 beğeni
“wext dereng e/ xew şîrîn, şiîrîn te xew divê/ min bêdengî, li vî derengî tu zû mezin bû/ te zû hez kir ji axê me’j xweliyê, li vî derengî…” Berfanbar e, borebor e seqemê, nal dubare. şûr ko ye nabirre, bi berfê disûm bi berfê.. Bêar e birîn, kul li hundir e… weku bîreke bêbinî -an nola devê mar e? Berfanbar e, biratî bi min diare… berfê bi daw dikim. û bi dev dikim vê birîna ji xwe û bi hundir ve: … xwe ragire rêwiyo, peng û hêdî bila bitewe sî, bistewe hênikahî hingê bide rê da li dû te li ba bibe, liyana destê êvarê Ez bi vî dengê ketî distrêm; vê strana derengketî -bi mayina li şûnewaran.. şeş wext in, dengê min diçe, tê û li min vedigere; te zû hez kir ji axê me’j xweliyê!.. şeş salên sax in, ku katjimêr tê pê dide li 12 û 12’yan, gewrî li min dixîze. û nola têla kemaneke kedirî, dixwe ji zemên -ax çilo bixwe ji Can, a wilo... Kêlî dikoje movikên bedewiyeke bêmirad, şeş wext in kurman”ciya” min xedar xedar bi xwe vedide! Wext hê jî bi heman bextî ye, dizîzike. Heyat e, bêta difîkîne şeş wext in, weku li bê bifîkîne şebiskên şêbelekeke şêt. û mirin dipeke ji ber leza wextê, lerz vedigirê, li kêlîkê vedilîze ax! Derz li avê dikeve, dişikên çavên min, bê wext in -bi mirinê ve çê gihane. Dest min daye bi axê, sûr e kêvirê kêlê. Zanim sar e kevir, sartir e ji mirinê. Lê tahltir e mirin, ne tu zar e, mirin ne tu ziman e!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yeqîn H. şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz