Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
rûyê min li xwe dibirre, rê
dûr lê diçe ava
ev hêl lahît e û ev şeva kavil
gul e, genim e li dêst -li mistê masûr
kêr sorê disû, qursikek diare bi têlê
sînor -li navê me tê
û ax -li tebaxê
...
-wextek bû
li çiyê ket peşka gulan
pişka me li gulleyan ket
em bi d‘awa çiyê ketin
em ji dawa qereçiyê ketin-
û wê wextê rext û tiving bû
-mêranî dermale
me firarî ajot nîrê şevê
mirin ma deq li eniya qewmê çiyê
-tarîxê ev nenivîsî-
gulan-tebax ’05
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön