Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
li ber ronkahiya mûmê, şev û welat
ku jiber bikin zemên û helbestê, şevalekê
li sînor şev bikeve erdê, ez ê hilînim
ez ê bibilînim ku tu lal ket
ku al ket û Hewê jî raket
ku hew liyan ma li tenişt û navê We bû nivişt
ku min êşa x-we kir palpişt û berê min ket sêdarê
ez ê raxim dil, rû û berê keribî li kinişta sedsalê
û ez ê bideribînim Helbesta sî û yek salê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön