Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yeqîn H.

Yeqîn H.

3 görüntülenme 0 beğeni
bîşeng di şevê‘d maye por vedike bi derziyê periyek -ta li bê geriyaye baçemêlkê per bi avê dakiriye a li palê heyv e, ketiye temaşê şevreşkek, diqulibe li qelbekî li ser miriyekê dixwînin keriyek kund du cin tên ji şêwrê kurtepist in di devê çêm de çêlî bûkaniyekî bi xwîn dikin -bi serê zimên “ax û xwîn di hev gihane” dibêjin devê çêm bi xwîn e devê çêm du birîn e -bi serê zemên ... li bin bîşengê du mirîşo, xwînê bi avê dişon 16-23 tebax‘07 mêrsîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yeqîn H. şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz