Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
tu bigrî wê kor bibe Elsa
Zadîna nema distrê
hew dilore Lorena, megrî
ji çavan meke Fata Hewê
jixwe hew maye bi ferekê -reşêşk reşêşk
tu bigrî wê roj bigewime li Qahîreyê
Newal wê por kurr bike bi ser Nîlê de
Helbest bê Sylvia, Virginia bêsî bimîne wê
wê bi Xweh bibe mirin, tu yê bimînî bê Dê
tu bigrî Tofana qewmê min e
ez ê bi xwe vedim -dûpişk dûpişk
wê bimîne bêxwekuştin keçeke Batmanî
kêm dibim ji dinyê -jixwe bêwelat im Êvar
tu megrî, min kêm meke ji xwe
jixwe ne tu me bi tûmerî, li yekî kaînatê
23 sibat ‘07
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön