Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
şev qeyik e, li welatê avê
pal li pêlan, qeyikvan e heyv
di hêlanê de şevger, digêre çiyê
şevşaxa zemên, Berfanbar e
berfîn dibarin welêt
-curma zindiyan li şevê
li tara erbanê çermê min, şabaş-
berê sibê bihar e
berbang vedigire welêt
helbestkar çi çax bibişire asîmên
mirêk rû badidin jê -şabaş
05 adar ’03
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön