Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
wêl û wêl min dî -li Midyadê
li Deşta Bişêriyê
li wê nexşeya xaşêlî
ku siya hevrêşim li milê bê
min dî li wira
bê ramûsa ji olana qesîdeyên şikefta Hîra
û lêva welatê bêhnbelek
-welatê roegalî
sor li Mahabadê -sînor replîkên çarçira
sî û sê şûrên seqakirî distrên
û diavên ber hev -min dî
ji ekla şerava şengalê
ji bêhna guh(n)anê te-nûrê
dihulime Heyyam -bêhêl bêhêl bêhêl
ez li wir bûm, hew min dî
wêl wêl
19 tebax ’01
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön