Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
li ber serê şevê, bi deng vedide derwêşek
dengekî bi erbanê`v ber dide, bi bê dixe dengekî
wext e, şikestin distrê, ji gulanê ta bi gulanê
li dîwana şevê
av radiwejike, digere di şînê
dil disû dil disû, Ozan distrê ji Aso
(gewrî diare bi gwîzên)
li ber dengê Aso şev dişewite
bêhna gulan-ê dibe barûd
dibarim li ber serê şevê
‘yarî dilo’ bênavî hew me divê
lew me navek divê ‘yarkê mino!’
25 gulan ‘07
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön