Yeqîn H.
Yeqîn H.
2 görüntülenme
0 beğeni
di dêst de laleyek, tu’l wir bû
li şeva bêderî hesilî, lal bûm ez
tu bi lale bû -ku dûr û nêz di nalê vebibû
ji wextekê mabû ew lale
-belkî jî ew Birîn
ji nîrekî bêkevan
dest tê geriya, bû misteke kevin
...
şev bê derî ew şev ev şev e
tu, hê di dêst de ew lale
li wiyalî perdê ez ê lal
wêdetirî me, ji deng ketiye lêvên dîrokê
ro û bejnekê
20-27 kewçêr ‘06
mêrsîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yeqîn H. şiirlerine dön