Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Dû hezar û penc sed sal e Mêjû elê le dayk bûyn Dû hezar û penc sed sal e Zirp û zîndûyn Belam hêşta, bawêşk edeyn, Hêşta nûstûyn Hêşta tewaw têr xew nebûyn Hêşta enûyn. Dû hezar û penc sed sal e Bêşkey xelk ra ejenîn çunke şilqey zile xoş e Be hî xoşman pê ekenîn Dû hezar û penc sed sal e Le xelk burduyn! Le xoman hergîz neburduyn. Dû hezar û penc sed sal e Wek êsta wayn Yek negirtûyn! Lew katewe çek helgirtûyn Belam hêşta ser nekewtûyn Keçî elêyn: her serkewtûyn Elêyn: ême her nemirdûyn! Her lêrewe ta wilatî berînî "çîn" Be nokerî Gerayn, royştîn Be awatî serkewtinî bêgane gelê geyştîn Le xwênî xoman bo riştin Le roley xoman bo kuştin Ta tiwanîman Qisey zorî merayîman, Bo helbestin Semaman kird, boman ristin Wityan: adey dinya bigrin, Ewe pare! Witman: baş e! Wityan: bimrin, ewe pare Witman: baş e! Wityan: malî yektir bibrin Le naw yeka, yek serbirrin Wirgî yektirî heldirrin Ewe pare Witman: baş e! Dû hezar û penc sed sal e Pêman elên Berd bin, dar bin Elqe le gwê û xizmetkar bin Merr bin, mar bin Adey înca şêt bin, har bin Elêyn baş e! Bitî dar û berdman perist Tacî hezar şay bêganey Xwêne xoman, dana û perist çend pêlawî dujminanî Taze û konman, cut kird, perist Emman perist, ewman perist Dû hezar û penc sed sal e Tenha her xoman neperist. Dû hezar û penc sed sal e Dêyn û deroyn Wek şêt exoyn Serman qalle çene edeyn, hel eperîn! Serçopî nokerî egrîn! Keçî destî kirdeweman her betal e. Giftman lalle. Ewey giyanî riswa nekird Roy û zû mird Ewey kirnûşî namerdî nebird, zû mird. Dû hezar û penc sed sal e Ewey piyaw bû le nawman bird Bo şardinewey nengî xoman Delaqey gewre û diroman Bo ewey xoman tefre deyn Wek lewew ber hîçman nekird Her hîç nekeyn Hatîn gerayn Kewtîne dûy gizî û fizî Le qujbinî mêjûy kon da Xwêndewarman kewtine dizî Dizî kirdin le şanazî kesanî tir Maye û mûrî gelanî tir Hemû dinyayan kird be Kurd Pêxemberanyan kird be Kurd Heta Adem û Hewaşyan her kird be Kurd Neyan pirsî: Ey boçî Kurd Dû hezar û penc sed sal e Bo xoy hîçî be hîç nekird?!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrko Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz