Soranî:
çiwar minalî
Turk û
Fars û
Ereb û
Kurd
Wêney mirovêkyan kêşa
Yekem serî
Duwem leşî
Sêhem qaç û destekanî
çiwarem çekî kirde şanî!
Kurmancî:
Li îranê
çar zarokên
Fars
Tirk
Ereb û
Kurd
Wêneyê mêrikekî çêkirin
Yekem, serê wî
Duwem, laşê wî
Seyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!
Zazakî:
îran de
çar zarokê
fars
tirk
ereb û kurd.
wêneyêke mêrikêkî virazenê,
yewin, serê ey
diyin, laşê ey
hîrêyin, dest û lingê ey
çarin, çek da ser milê ey.
*Wergerinêr/çarnayox: endazyar.
English:
Picture
Four children
a Turk, a Persian
an Arab and a Kurd
were collectively drawing the picture of a man.
The first drew his head
The second drew his hands and upper limbs
The third drew his legs and torso
The fourth drew a gun on his shoulder
1979
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêrko Bêkes şiirlerine dön