Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Le diway xinkanî Helebce Sikalayekî dirêjim nûsî bo xwa Ber le xelkî Bo dirextêkim xwênewe Dirext girya Le penawe, Balindeyekî posteçî Witî:" Başe kê bot eba? Ger be temay minî bîbem, Min nageme erşî xuda." Bo şew direng Firîştey reşpoşî şê`irim Witî: "To hîç xemit nebê; Min bot ebem heta serê, Ta keşkelan Belam belênit nayemê xoy namekem lê wergirê; Xo deyzanî, xuday gewre kê eybînê?" Witim: " Supas, to helfire" Firîştey îlham, Helfirî û Le gel xoya sikalay bird. Rojî diwayî ke hatewe, Sikirtêrî pile çiwarî nûsîngey xwa "Ubêd" nawî Her le ser heman sikala û le damêna Be erebî boy nûsîbûm: "Gewc e! Bîke be erebî, Kes lêre kurdî nazanê û Naybeyn bo xwa! kurmancî: Piştî xeniqîna “Helebce”yê Min giliyeke dirêj ji Xwedê re nivîsand Beriya xelkê Min ji darekê re xwend Dar giriya! Li vê hêla min, çivîkeke postecî Got baş e kî dê ji te re bibe?! Eger bi niyaz î ez wê bibim Ez nagihim `Erşa Xwedê! Şev dereng bû Firîşteya reşpoşiya helbesta min Got tu qet xeman mexwe Ez ê ji te re bibim jor Ta Kadizê Lê sozê nadim te ku Ew bi xwe nameyê ji min wergire Tu bi xwe dizanî Xwedêyê mezin Kî wî dibîne?! Min got: spas.. tu hilfire ! Firîşteya sirûştê hilfiriya û Gilî bi xwe re bir.. Roja din ku hat Sekreterê pileya çarê yê nivîsgeha Xwedê Ewî ku navê wî “`Ubeyd” e Li ser heman giliyê Li dawiyê û Bi Erebî ji min re nivîsîbû: Gêjo.. wê bi Erebî binivîse Kes li vir bi Kurdî nizane û Em wê nabin ji Xwedê re! *Rêkxistina li gor Kurmancî: Can Êzîdxelo

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrko Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz