Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
kam xwawend xawenme nazanm?! kam şeytan xawenme nazanm?! ne asman gwê egrê le xwênm û ne dinyaw ne dad û ne yasa û ne zengî klêsew ne qubibe‌u minarey mzgewt! nazanm min bekê û min beçî swênd bixom?! kê penaw kê dalldew kê kesme nazanm?! min êsta şaxêkî bê swêndm swêndî min dûkellew qseyi min xollemêş! hawarm her xwênî meyumew her koçî serew lêj eweteyi koç heye koç ekem eweteyi grr heye esûtêm eweteyi aw heye exinikêm eweteyi tîẍ heye qurbanîm eweteyi xak heye bê xakm eweteyi şax heye min tlor ebmewe û eweteyi dar heye lêyi edrêm! min le pêş mûsawe awarem pêş mesîḧ min xaçm pêş qureyş min zîndebeçall û pêş ḧseyin min serî birrawm.... Kurmancî: Kîjan xwedawend xwediyê min e? nizanim Kîjan şeytan xwediyê min e? nizanim Ne asîman li xwîna min guhdar dike û Ne dad û ne qanûn... ne naqûsê kilîseyan... ne qubeyên mizgeftan... Ez ê bi kê û bi çi sond bixwim? nizanim Kê hewan û kê palpişt û kê kesê min e? nizanim Ez vêga şaxekî bê sond im Sonda min dûkel û gotina min xwelî... Hetanî koç heye, dê koç bibim Hetanî agir heye, dê bişewitim Hetanî av heye, dê xerq bibim Hetanî dirêş heye, ez qurbanî me Hetanî ax heye, ez bê ax im Hetanî çiya heye, dê bigindirim û Hetanî dar heye, dê min lê bidin Ez ji berî Mûsa, koçber im Berî îsa, li çarmîxê me Berî Qureyş bi zindî li gorê wer bûme Berî Huseyn, serê min hatiye birîn... *Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr *Bi destûra wergêrî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrko Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz