xakî ême
le hîç xakêkî tir naçê
xoy yek dil e û
hemû rojê
be çiwar xaça da ekutrê
daykî ême
le hîç daykêkî tir naçê
le yek sata
sikî ew çiwar car esûtê
yek kesman çiwar car ekujrê
boye rojê
le ahengî em xwêne da
çiwar cejn ekeyn be cejnê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêrko Bêkes şiirlerine dön