Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
şewbaş Min nawim kirasî jinaneye Ewey nîştîman pêy şerme bîkate berî xoy Min im! Em mêjûy nêre Em nîştîmanî simêlle Tenha carê minî nekird ber hetawê! Ber coge awê! Ber şûşe gulawê! Ewaney minyan le ber kird gisik bûn û Mencel bûn û Tenekey xol Ewaney minyan kirde ber Bejnî dirêjî xerîbî û Bejnî tenyayî û Azar bûn Ewaney minî pêbexşîn Her bêdengî û Qifil û têla û şirîqekanî qamçî û Cil û bergî derdar bûn Min nawim kirasî jinaneye Ewey agay le min nebê û Gwêy le hawarî min nebê Gwêçkey kepî nîştîman e Min mêyînem! Min sertapa hemû cestem Le gunah û pirsyarî rûtî heram pêk hatuwe! Le yekem rojî bûnmewe Berdî recim le qumatmewe pêçrawe! Nîştîmanim tifim lê ekat!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrko Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz