Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî xeniqîna “HELEBÇE”yê Min giliyeke dirêj ji Xwedê re nivîsand Beriya xelkê Min ji darekê re xwend Dar giriya! Li vê hêla min, çivîkeke postecî Got baş e kî dê ji te re bibe?! Eger bi niyaz î ez wê bibim Ez nagihim `Erşa Xwedê! Şev dereng bû Firîşteya reşpoşiya helbesta min Got tu qet xeman mexwe Ez ê ji te re bibim jor Ta Kadizê Lê sozê nadim te ku Ew bi xwe nameyê ji min wergire Tu bi xwe dizanî Xwedêyê mezin Kî wî dibîne?! Min got: Spas.. tu hilfire ! Firîşteya sirûştê hilfiriya û Gilî bi xwe re bir.. Roja din ku hat Sekreterê pileya çarê yê nivîsgeha Xwedê Ewî ku navê wî “`Ubeyd” e Li ser heman giliyê Li dawiyê û Bi Erebî ji min re nivîsîbû: Gêjo.. wê bi Erebî binivîse Kes li vir bi Kurdî nizane û Em wê nabin ji Xwedê re!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrko Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz