Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sibe an dusibe, piştî çendakî, Teqez dê bimrim bi xweşî û çakî, Ji bo çûna min hêvî ji yaran Ew nexeyidin zînhar tucaran Cendek dimirê, lê can dimîne, Bo tiştên herhe tunebûn nîne, Mirin, vejîne li cihekî din, Ew cih şîrîne, diyare ji min, Gelo ma zanî, ku de diçe can? Ev ji yezdane, diçe nik yezdan, Kesên bîr nabin felsefa jînê, Wan navê mirin, çav li mayînê, Divên bimînin pîr û pejmûrde, Qels û berdestî, qilûs û qurde, Ma kînga meywe maye li ser dar, Dema bû payîz divê bête xar, Heke jê nebû diçilmise ew, An diperite, dihelise ew, Xweşiya jînê xurtî û zanîn, Li cihên bilind lingê xwe danîn, Dema nizim ket peşka te dijîn, Nema hêjaye li dinê mayîn, Mirovên qelsok newêrin hercar, Ditirsin gelek li tiştên nediyar, Heke bizanin dice ku mişwar, Nema ditirsin ji mirnê yekcar, çima bitirsin ji vê çûna han, Ma kî naxwaze biçe nik yezdan. 1958

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz