Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sersala te min ne dît va hat sersala cîhan Gelek bi nav û deng e nemaze li nav Kurdan Xort û mendal radibin digerin ew ref bi ref Pîroz dikin gundiyan digel wan zirne û def Ew xortekî zirfîze vedibjêrin dikin hirç Ser çavên wî reş dikin pişt û sînga wî tev pirç Ew ne wekî hirçên te biçûk, xweşik û delal Wek dehbekî zirtone digerînin mal bi mal Bi dîlan û dîlokan ew diborin sersalê Hemî yekdeng dibêjin: pîrê rabe ber malê Ka tiştekî bide me pê sersalê ava kin Dilê hinek belengaz bi dayîna te şa kin Sersal di nav gundiyan holê bi ken diborî Tenê hirçê zirfîze di bin daran dizûrî Sersal li nik me wa bû çeleng keça kalê xwe Di ber min ve ramûse herdû çavên xalê xwe Bi dilekî pir hezrîng radimîsim çavê te Pir silavan dişînim ji bo dê û bavê te *Ji pirtûka wî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz