Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Xortê çak rabe zû me divê dilşadî, Serxwebûn, aştî, serbestî, azadî, Van tiştan her divê pir xebat, west û xwîn, Berî me sed hezar, sed hezar têde çûn, Kolîdar bûne har, wan divê ceng û şer, Di vê rê pirr didin dolaran zêrê zer, Agirê şer dadan, Koriya bû dûje, Tang û top qembele xwîna wan dirêje, Ev hemî di rêya dewlemendên çillek, Dimirin kiç û kurr, mêr û jin lek bi lek, Mehêlin şer bibe aştî ol û jîn, Em bira tev hemî, bo çi ev girr û kîn, Sor û gewr, reş û zer, em yekin tev bira, Hemiyan yek rê ye, yek raman, yek çira, Mesîhî, Mûsewî, Mislîman, hemdem in, Mecûsî, eyzedî, tev kurrên Ademin, Me dive aştî, naxwazin şer û bend, Bimirin kolîdar şerrxwazên dewlemend, Her bijî aşitî, aşitîxwaz bijîn, Serbilind, serfiraz her wekî baz bijîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz