Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min navê wê pirsî Menewş Bi saw û suhn dihat bi meş Berdane min du çavên reş Aqil ji min kir tewş û mewş Ji suhna wê ez tertilîm Ji hel ketim zû bertilîm Li ser rêya xwe şerpilîm Bo nihêrîna wî rûyê geş Fêrişte bû hat ji buhişt Wek lehiyê pêş xwe dimişt Bi awiran her xelk dikuşt Lê kuştinek şîrîn û xweş Bejna zirav, dêmên gulîn Cerg û hinav tev kir birîn Şêlandim ez ji şîn û vîn Wek jandiyê ji mêj nexweş Gerden zirav qefsîng bilind Memik li ser bûbûne tund Dihejiyan wek gûzên Hind Ez şêt kirin hîştim bêheş Bi lez û bez dilebitîm Çîçkî di xwe dixebitîm Wek xortekî ez tewitîm Got min: Apo roja te xweş Heywax û sed hawar ji dil Kalbûn ji bo min bûye kul Ji min şikandin dest û mil Kambaxiya ev bextê reş Min gotê: Ho keça çeleng Ger tu zerî û şûx û şeng Kalan hene pirr nav û deng Pê distînin keçên keleş Bersiv dida min wê gavê Got: Nakevim ez vê davê Min nav û dengê we navê Xort be bila koley Hebeş. Suweyda: 25 - 10 - 1967

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz