Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Nizam bû çiqas bê dilê xwe dûrî welat im, Ji dil û kezeb evîndarê Dicle û Firatim Ev çem ji bakur dadikevin wek du rehên jîn Yek ta Bîrecik, yê dî diçe nav diyarê Zîn Melê Cezîrî îlhama xwe ji wî çemî distand Gelek mirarî di peravên Dicle de civand Ehmedê Xanî jî serekî, ava wî vexwar Li ser nivîsî serencama Memê birîndar Feqiyê Teyran, Melê Batê pir şairên çak Hespên xwe bezandin di saxa vî çemê çalak Ger Dicle bi xwe kaniya zanîn û evîn bû Firat pêgera gelek şêrên pence bi xwûn bû Di qada rûmet û mêranî her bê hempa bûn Herdem ji bo her pesnekê hêja û seza bûn Min hêvî heye Dicle-Firat barê me rake Di warê ziman li rojhilat xelkê me şake Zimanê me yê paşde mayî çîçkî bide pêş Va ye ji bo wî sipasên xwe ez dikim pêşkê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz