Ho beg! dibînim pir bêmirês û qels û na sazî,
Bê taw û mefer maye di nav yar û neyaran,
Milet ketibû kortala bindestî dinalîn,
Hîngê tu li ser textê temaşeyê dirazî,
Dengê te yê hişk rûyê pirûz ew ditirsandin,
Bê şerm te dimêt xûna kesên birçî û tazî,
Malê me te da bi ereq û cûz û tolazî,
Stêrka te ji ezmanê heftan wa ye hat xar,
Nijda te nîne, bes bike qîrr te nînê gazî,
îro dê bidî tola hezar salên ku borîn,
Divê bizanî, karker û cotkar bûne qazî.
22.10.1959
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Osman Sebrî şiirlerine dön