Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Sebrî

Osman Sebrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mirovan nizanîn binasin Huma Nizanîn, nizanin, ji bo çi, çima? Di vê rê hemî kes wekî hev nebîr Kerixîn çi nezan, petixîn çi jîr Me didît gelek jîr nenasîn Xuda Hinek jê bawermend ji wan bûn cuda Nezan jî wekî wan ji hev bûn du bir Nenasê wî hindik, bawermende pir Nasîna Huma ne çîroka zanîn Divêtin ji bo vê binatîk danîn Pêxember hatin çûn, gelek peyv kirin Nizanim çiqas lek di vê rê mirin Nikarîn salix din Humayê bilind Ji bona mirovan bi awakî rind Rê dadan li pêş me, vekuştin raman Ji lewre neramîn, nenasîn Xudan Ecêb mam ji rewşa kesên xwespar Naşên ew ji a rast bigerin tucar Ji bo çi zaneyên berî me nexwest Bigerin, bibînin, bizanin a rast Heya çi demê em dê wa gêj û şaş Nenasê Huma bin, bimînin li paş Divê em ji kesan bê perwa û tirs Bigerin, biramin bi gotin û pirs Teqez dê binasin Humayê bi şîn Dê hinga bikarin bibin xweyî dîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Sebrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz