Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necat Baysal

Necat Baysal

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu Sûretê doza min ya bêhişketiye Ku Encex bi şeneqeyên tije pevçûn Tê ser hiş û hemdê xwe Tu Birîna min ya di bin îşkenceyê de Dike nalenal Ku Encex bi hincirîna biçek bawerî Ji xwekuştina xwe difilitî Tu çendî dijware lêê Bi rivîna ar’ê xwe Dikarî kurmê darê Li paytexta xayintiyê Biqelîni... Tu dibînî Bê tunebûna te çi kiriye Di zîndana ewlehiya min de Bê çawa bajarên kamilbûyî Ji desthilanîn xistiye Bê çawa girî Di diqdiqandina zarokekî de Ken têk biriye Bê çawa zilmê Daweta xwe girêdaye Di sîng û berê te yên keçkanî de Binêre Di dîlgirtina xwe de Hêviyan serbest berdidim ji bo te Di lorîkên dayika de Xewnereşkên Bindestiyê Bi kitanên spî dixemilînim Di rastiya heyîna te de Dîroka “şarize” tune dihesibînim Û di her sonda xwe de Ji hezkirina te re Rûpelekî nû vedijînim... Tu Kirasê lixwekirina bedena minî Tu Êşbira êşên dayikê minî Tu Peymana evîndarên çiyayê minî Û Axx tu Her şev di xewnên şeva de Navê te li ser zimanê minî.. Azadî azadî azadî!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necat Baysal şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz