Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necat Baysal

Necat Baysal

2 görüntülenme 0 beğeni
Hey lêê û weylê Amedê Te deriyê dilê xwe Di çirûska şoreşa seîdan de Li çarenûsa me venekir Hêviyên me Baweriyên me Di deriyê teyî çiyê de Bi çil û heft sêdaran Hatin daliqandin Hatin xeniqandin Bi vekirina rûpeleke êşbar Di dîroka termê canê me yê wendayî de Pêşeroja te Di rabirdûya qederê de Êvînên xwe binax dikir Qamîşloka min Bi eman bi hewar Û adaran kuştina xwe İlam dikir Di govenda darbestan de Li qada Çarçira Pêşewayek li ber sêdarê Şîretên dawî li gelê xwe dikir Bi Têgihiştina «dijmin nabe dost» Di poşmaniyek bêfêde de Û Li şehr-î mahabadê Dîsa sêdar Dîsa têkçûn dibû para me Di karwanê şehîdên xwedî navde Ji başûrê Leylayan Dengê zarokekî tê guhê min ; «di kuçeyên helepçe de Bi bayê sêvan dimirim Destê min Li ser pêsîra diya min Hişk û ola dimînim Bi çavên vekirî Bi rondikên ziwazer Û bê lebat» Di seraba bedbiniya dilîtiya xwe de Dilê wan bi pola re Berberî dikir Di tarîreşka velerzîna îlonê de Û qehremanên te Serî li ber qesasê şehîdan radikirin Di nav hilandina goştê xwe de Bi peymana tolhildanek şêxanî Wilo bi ken Wilo bi vîn Ameda min.. Ax Qamîşloka min Di berbanga şoreşa lewendan de Dafik dikolan xwediyê alên reş Di berqefên bêbextiyê de Bêşerm Bêfedî Destdirêjî biratiya me dikirin bêwijdanên bi temezî Mirinê di hilatina rojê de Şax vedida, bi kulîlkên çilmisî re Di dawa Ferzad ê min de Hêlîn çêdikir giyaneke nû Û li gel sirûdek Stûxwar Di gavên dawî de Êşê Xwe dikuşt Wilo bi ceger Wilo bi wêrek mahabadka min Di serdemek kovanî de Çerx û gundorê felekê Ji bo wan digeriya Li ser sînga Amûda min Xeyalên zarokê rû esmer Porzer û şêrîn Diketin ber xezeba Melkemotekî dilkevir Di kelijandina sînemayek bêqidoş de Dıkuliyan Direviyan lêê Diheliyan bi hewarên bêfêde Wilo bi bêgiyan Wilo bêmirad dibû kurdistana min! Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016 *Bi destûra helbestvanî ev helbestên wî hatine weşandin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necat Baysal şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz