Tu
Xewna li min dikî deşta bendewariyê
Di zozanên bêrîkirinên xwe de
Û ez
Wekî koçerekî
Ji keriyê hezkirina te
Dûrketî li ber mirinê
Tenê û bête..
Bête me
Di çol û çolistanên ku
Rewrewkên xemzeyên te
Tînin bîra min
Ax dimirim bête
Ji derbeyên hesreta te
Û Ji westana
Bê te me
Li rawestgeha ecelê xwe
Cara dawî
Bi hêviya dîtina te
Li gel kenê te yî jiyanî
Xulekên dawî dijîm
Û bête dimirim
Di nav bombebarana
Tenêtiya xwe de
Dûr ax ji te dûr
Lê wesiyeta min e
Ji tîbûna evîna te
Di koça xwe yî bê nav û nîşan de
Bila çavekirî neçim
Min bi destê xwe bişo
Bi hîzarê dilê xwe bipêçe
Û
Di sibehên xwe yî xunavî de
Veşêre
Min veşêre
Tu min veşêre...
Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Necat Baysal şiirlerine dön