Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necat Baysal

Necat Baysal

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ji bo biranîna şehîdên taxa kanîka ya Nisêbînê" Dilê me yî ku ji awirên we Hatiye kavilkirin Wêran bi Wêran Koça xwe ya dawî didin Li kêleka goristana Heciyan Rêz bi rêz vedizilîne wijdanê me Di nav xwîneke hişk û sor de dihêle Di kemînên bêbav de Hijdeh siwarî ji dayik dibin Ji dayikbûnên bi êş Ji dayikbûnên bi girî Û hewar... Welatînoo Kerrikên guhê xwe bigirin Nebîhîzin Hestên xwe bi qeyd û zincîran girêdin Zimanê xwe bidrûn nebêjin Perdê bavêjin ser çavên xwe Nebînin... Ax Ax! Siwariyên li ber kanîkên ziwa Bê av man Çawa bûn Çawa çûn?! Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necat Baysal şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz