Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necat Baysal

Necat Baysal

2 görüntülenme 0 beğeni
Di bihara emrê xwe de Me dest bi awirên Qedexe kiribû Li kolanên wî bajarê serhildêr Di rêwîtiya bereketa eşqê de Bi gavên zanebûn Me xwe serberjêrî Dahatûya xwe dikir Di bin çavdêriya kevneşoper de Bîbikên me ji kêfa re direqisîn Di wan kêliyên ku Destên me li hev digeriyan Çavên me hevdû Hembêz dikirin ÛL êvên me Hesûdî dikirin Bi daxwazî Bi tolazî Axx xeşîmtî... Lê lê porkurê Fesada bi beko ewan re Civîn li dar dixistin Li ser sifra dilê min Mijar evîna me bû Û Di şêwrên bazirganî de Exlaq difirotin Li bazara kuştina min û te Bi xebera “ew dan yekî din” re Qidûmê kabokên min fisîyan Di çilmisandina Giyanê minî ji zûve bibû Serxweşê çûna te Bibû parsekê vegera te Di mizgefta xuliqandina gunehan de Hey Nisrîna ku Dilê min fetih kirî Piştî çûna te Ez Di mexelê bîranînên xwe de Kayinên bi te re kom dikim Di qebrîstana evîna me de Ji bêmiraziya mûrada me Ji bêsiûdiya şensê me re Nivişta çêdikim Ji hêviyek çarmixkirî re.. Dibe ku rojekê Li nav geşta ûxrevî Û Axîreta bextewariyê de Em keserên xwe Bi teşiya hesretê birêsin Di hostetiya hevşabûna xwe de...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necat Baysal şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz