Li gel qolincên welidandina
Girîyekî şermok
Em ketin nav dilê êşê
Bêyi ku li benda me bimînin
Demsala dan pey hev û çûn
Dan pey hev
Wekî êşên me
Ku di rojên şîna welatê min de
Li me tên rehmê
Û radiwestin
Li rawestgeha ku şîna me lê zîl dide
Û Kulîlk bi Xwînê tên avdan
Xeyalên zarokê keviravêj
Xwe davêjin paşila birînên me
Birînên me
Di hewara dayikên xwedî şehîd de
Derman dibînin ji xwe re
Di wêranbûna gundekî kavilkirî de
Ar dibînin ji xwe re
Axx li min yadê
Di dîlgirtina roja kenê wî de
Jiyanê heram dikin ji xwe re
Hesretên ku di fereca xêrê de
Birînên me bi «xwê» dimêtin
Niha bi peyvên hestewar û westiyayî
Kezîyên helbestek dirêj dihûnin
Di deryaya kulan de
Kezîyên helbestek birîndar
Li deryaya kulan
Dihûnin
Dihûnin...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Necat Baysal şiirlerine dön