Evîna te
Min ber bi asoyan ve difirîne
Giyanê min dişewitîne
Û
Wekî pêlên deryayeke harbûyî
Daxwaza daqurtinê
Li min dike
Dilê min di quncikên tarî de natebite
Her lêdide ji bo te
Wekî mirîdekî sondxwarî
Ku bi baweriyên dijber re şer bike
Bi cizbeyan dikeve
Aş bike vî dilî bi hostayî
Li ber bigere bê sedem
Bê lome
Bê hincet
Bê gilî derman bike carekê
Kedî bike ji xwe re
Mîna nêçîrvanekî ku
Balindeya wî baskokirî be
Xefka wî dilî li ber vî dilî deyne
Û bike dîlgirtê evînxana xwe
Axx de bihêle ku bitebite
Bitebite...
Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Necat Baysal şiirlerine dön