Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Necat Baysal

Necat Baysal

16 views 0 likes
Zersosinên biharan Bi bêhna endekoyan Xwe li xeyalên min dipêçin Qala sebr û sebatê Ji min re dikin Û Min bi dermanê baweriye dişon Di tarîstana zindana min de Ji bo min Dibe hêviya azadiyek bi ken Hembêz kirinek dayikane Û Vegera li nik yarê (te) Dibişirim... Bi dîwarê ku ez girêdame Bi pencereyên reng xwelî -genî Û Bi asîmenên çargoşeyî re Peymana aştiyê çêdikim Bextewarim... Mixabin Dilşadiyek bi guman Di bîrehişê min de Fesadiyê dike Wê çaxê Li wê derê Di navbera kêliyên zemanî de Pevçûnên dijwar rû didin Û ez Xweziya xwe bi stargehek Çiyayî tînim... Lê di encama encamgir de Kirasê rasteqîniyê Xwe diqetîne di bedena min de Û bi giyanweriyek şermokî Tazî dimînim li naverastê... Wê gavê Fêm dikim ku dilşadî Wekî her carê Bûye mêvanê dîlitiya min Û Bêyî ku xatir bixwaze Terk-î zîndan bûye Axx! Dîsa Bi bayê êşê re tenê hiştime Li van reşkonan... Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016 *Bi destûra helbestvanî ev helbestên wî hatine weşandin

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Necat Baysal
🛒 0

Your Cart