şiyarî sihareke hênik dibim
bi dengê ribabeke nisêbînî re
bayekî nerm dialêse rûyê min
mîna dayikek dilovan
û tu têyî ji wê de
mîna ku xezalek tî dakeve çemekî nas
tu têyî û bi lingê xwe yê xasî
pê li dilê min dikî
ji cirnê bêriya xwe avididim tîbûna te
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön