Dibêje min ev çi tarî ye, dil kor be çav nabîne
Daye pey Che’yan û mucahîdan mêrxasan nabîne
Dixwaze li welatê xelkê bijî lê li vir bimre
Tu li wan kolanan bimrî kûçik laşê te nabîne
Kurên bêbav, çemên bêav, emrên bêgav hiştin jê re
çavên wî li striyan kerê çolê gulan nabîne
Bilbilê zimanê tirkî farisî û erebî ye
Xenîmê wî bûye kurmancî zarê şîrîn nabîne
Di destan de pirtûka Sartre û Derrida û Lacan
Xwe nezano, Cizîrî û Xanî û Feqî nabîne
04/12/2015
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön